image

PeyamaKurd – Piştî seredana seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi ya ji bo Taywanê navbera Taywan û Çînê gelek nexweş bû û Çîn bi tetbîqatan dora Taywanê li 6 noqteyan girt.

Korsanên komputerê yên Çînê êrîşên sîberî birin ser dezgeyên fermî yên Taywanê. Wezareta bergiriyê ya Taywanê (MND) ragihand ku Çîn ji bo agahiyên şaş bên dayîn 272 caran êrîşên sîberî kir. Cîgirê rêvebirê siyasî û şer yê buroya Taywanê tumgeneral Chen Yu-lin di civîna çapemeniyê de ragihand ku hefteya borî piştî dest bi tetbîqatên rasteqîne kir, nûçeyên nerast yên ku sextene gelek caran şand nav komputerên Taywanê yên dezgeyên dewletê. Chen weha got:

“Bi sedema medya civakî û platformên dîjîtal bilez pêşdikevin, di seha şerê zanînê de, di asteka girîng de stratejiya wan guheriye. Wê ev bibe sedema encama şer ya di qada zerardayîna tora Taywanê û wê cudabûnan kûrtir bike û wê li ser encama şer bandorê bike. Li gor îstatîstîkên MND ê; di vanbera 1-8 ê tebaxê de PKÇ ( Partiya Komunîst ya Çînê) 272 car êrîşên sîberî kir û xwest agahiyên şaş bixe tora me. MND ê êrîşên sîberî kir sê beş: ‘ji bo bi zorê Çîn û Taywan bikin yek amadekirina şertan’, ‘êrîşkirina otorîteya Taywanê da zerarê bide desthilatê’ û xerabkirina morala artêşê û hemwelatiyan’.

Taywanê bersiva van êrîşan da, agahiyan lihev rastkir, bang li xelkê kir ku xelk guhê xwe nede agahiyên Çînê yên derew û guh bide xeberên Taywanê yên ji aliyê wezareta bergiriyê ya Taywanê de tên belavkirin.”