
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi di kombûna 77 em ya Neteweyên Yekgirtî de axifî û li ser mijara Taywanê got ku Taywan yê Çînê ye û her planekî ku destê xwe bixe nav karên hundir yê Çînê wê bi bertekekî xwurt re rû bi rû bimîne. Di axaftina Wang de peyama xwurt ya ku derket pêşiya her tiştî ev bû.
Tevî ku Wang li New Yorkê bi wezîrê karênd erve yê Amerîkayê Blinken re civiyabû jî di mijara Taywanê de tenê biryarê dabûn ku di rojên zahmet de divê rêyên dîplomatîk tim vekirî bimînin û li serê lihev kiribûn. Wang di encamê de weha got:
“Mijarên navdewletî dikarin bi hevkarî û aştiyane çareser bibin. Bila kes destê xwe nexe nav karên hundir yên Çînê. Ji berê de Taywan perçeyekî ji Çînê ye. Desthilata Çînê û yekîtiya axa wê daîma dewam kiriye. Rastiya yekîtiya axa mezin û ya Taywanê ti carî neguhiriye. Di beyana Qahîre de ya ku 70 sal berê hat beyankirin, Japonya gotibû ku wê temamê axa ji Çînê sitendiye ku Taywan jî di nav de ye, dê paş de bide Çînê.
Çîn, ne tenê desthilata Çînê û yekîtiya axa Çînê diparêze, her weha aştiya Buhira Taywanê jî diparêze. Em li hemberin ku Taywan ji me veqete.”
Wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi di civîna NY de li ser gelek mijarên din jî axifî.