image

PeyamaKurd – Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di hundirê hefteyekê de, cara sêyem  e ku li ser girjiya Îsraîl û Filistînê civînê pêk tîne. Hin endamên civatê di asta wezîrê karên derve de beşdarî civîna onlayn bûn.

Li gor zanyariyan, Sekreterê Giştî yê NYê Antoni Guterres, di civînê de banga rawestandina tundûtûjîyê û qedandina pevçûnan kir. Guterres dîyar kir ku danûstandinên bo agirbestê jî didomin.

Guterres da zanîn: ‘‘Ew êrîş, divê demildest rawestin. Mirina sîvîlan, zarokan min şok dikin. Ez ji bo mirinên ji her du alîyan jî xeman dixwim’’.

Herwiha diyar kir, divê her du jî li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin û got, wê danûstandinên ser du dewletên ku paytexta wan Orşelîm e bidomin.

Nûnerê Taybet yê Pevajoya Aştiyê yê Rojhilata Navîn yê NYê Tor Wennesland ser agahiyên dawî yên ji herêmê axifî û destnîşan kir, girjiya di navbera Îsraîl û komên çekdar yên Filistînê de gur dibin û diyar kir ku heta niha 181 Filistînî, 9 Îsraîlî hatine kuştin û 1200 kesên din jî birîndar bûne.

Guterres eşkere kir ku heta niha 34,000 kesan ji cîhên xwe bar kirine, û bi operasyonên leşkerî 40 dibistan, 7 kompanî û kêmî ve 4 nexweşxaneyan zarar dîtine.