image

PeyamaKurd - Civata Xirîstiyan a li Îranê, ji aliyê dezgehên rejîma Îranê ve, rastî azar û zehmetiyan dibe û bi tawanbariyên bêbingeh têne girtin.

Di nûçeya Radyo Ferdayê de li ser navê Civata Xirîstiyanên Îranê hatiye ragihandin, di navendên dadveriyê ên rejîma Îranê de, derheqê dosyeyên xirîstiyanan de, serdozger li gorî yasayên dadgehê li ser tawanên wan biryarê nastînin, lê li gorî nerînên şexsî biryaran distînin. 

Girtiyên xistiyan ên li girtîgehên rejîmê de, ji bo azadbûnê pêwîste bi qasî 220 hezar dolaran heqê kefaletê dabîn bikin lê her kes nikare wî pereyê peyde bike.

Li gorî nûçeyê welatiyên xirîstiyanên li Îranê ji ber nebûna dadweriyê û tawanên bêbingeh neçar dimînin biçin li welatên cîran koçber bibin.

Li gor amarên Navenda Zanyariyên Xiristiyanên cîhanê nêzîkî 547 hezar welatiyên xiristiyan li Îranê hene.

Rejîma Îranê tenê welatiyên şî`e mezheb weke welatiyên yekem ên wî welatî nas dike. Li Îranê welatiyên ku mezhebên wan cuda ne bi berdewamî ji aliyê dezgehên rejîmê ve rastî azar û eziyetkirinan dibin û ji mafê destpêkî yên welatîbûna xwe jî bê par in.