image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser daxwaza Tirkiyeyê, civîna mekanîzmeya sêqolî ya bo endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê ji bo demeke nediyar hatiye paşxistin û betalkirin.

Heta niha tenê parlamentoyên Tirkiye û Macaristanê endamtiya NATOyê nepejirandine ku biryar bû piştî rêkeftina hersê aliyên Tirkiye, Swêd û Fînlandê di meha Sibatê de civîneke sêqolî li Brukselê bê lidarxistin.

Tirkiye bi hinceta kesên daxwazkirî yên terorê radestî wan nakin û piştevaniyê didin rêxistin û alîgirên wan, ji bo endamtiya NATOyê merc danîne ber welatên Swêd û Fînlandayê ku mafê wê yê vetokirinê heye.

Herî dawî çalakiyên alîgirên PKKê yên li Swêdê û şewitandina Qûranê ji aliyê rastgirekî tundrew ve rastî bertekên tund ên hikûmeta Tirkiyeyê hatiye ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh 23yê Çile di axaftineke xwe de gotibû, êdî pir zehmet e ew bibin endamên NATOyê.

Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto jî ragihandiye ku piştî arambûna rewşê çêtir e hevdîtinên pêvajoya NATOyê dewam bikin ku bêyî Swêdê nabe ew prose bê domandin.