image

PeyamaKurd – Civîna serokerkanên dewletên NATO yê li payîtexta Yûnanistanê li Atînayê çêbû. Di civînê de li ser operasyonên ji aliyê NATO de tên meşandin, li ser zor û zahmetiyên NATO û tehdîdên tên ser wan axifîn.

Di civînê de serokerkanên NATO yê balê kişandin ser guhertinên hawridora jeopolitik, şêlûbûna xeta di navbera krîz û aştiyê de. Her weha li ser pêdiviya xwegihandina teknolojîk û rewşa li Afxanistanê herkes fikrên xwe diyar kir.

Di civînê de biryar hat dayîn ku korgeneralê Polonî Janusz Adamczak bibe rêvebirê xebatkarên leşkerî yê navdewletî yê NATO yê. Adamczak wê di havîna sala 2022 an de wezîfê dewr bigre an destpêbike.