image

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand ku civîna bê ya wezîrên karên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, cara ewil li Kieveya paytexta Ukraynayê tê lidarxistin.

Josep Borrell, piştî civînê ji çapemeniyê re axivî û got ku “YE û endamên wê dê di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi 133 welatan re bicivin û rojeva sereke dê "guhertina avhewa, armancên pêşveçûna domdar, reformên mîmariya darayî ya navneteweyî û şerê Rusyayê Ukraynayê be."

Borrell got, "Ji bo ku bi qasî ku pêkan be ji bo formula aştiyê piştgiriya gelek endamên Neteweyên Yekbûyî were mîsogerkirin. Ji bo vê yekê hemû wezîrên me dê bi hevkarên xwe re têkiliyên xwe yên xurt berdewam bin."