image

PeyamaKurd – Barîna berfa zêde li Îstenbolê jiyana xelkê şel kir. Çûnûhata Îstenbolê ji ber berfê rawestiya. Rêvebiriya giştî ya rêyên bejayiyê weha got:

“Rêyên ji Anedolê ber bi Îstenbolê de, piştî bajarê Sakaryayê, bi temamî hatine girtin. Piştî Sakarya ti erebe wê nikaribe here ber bi Îstenbolê de.”

Parêzerê Îstenbolê Ali Yerlikaya jî daxwiyanî da û got:

“Li bajarê me ji otogarên Esenler û Haremê û temamê otogaran derketina alavan heya sibê siet 08.00 hatine rawestandin. Ji Trakya heya Îstenbolê û ji temamê bajaran ber bi Îstenbolê de çûnûhata erebeyan me da rawestandin.”

Tenê erebeyên gihandinê yên bazirganî dikarin herin aliyê Anedola Îstenbolê.