image

PeyamaKurd – Dadgeha Libyayê îtiraza li ser namzedbûna hilbijartinên seroktiyê ya Fermandarê Artêşa Netewî ya Libyayê Xelîfe Hefter red kir.

Li gorî biryarê êdî Hefter dikare bibe namzedê hilbijartinên seroktiyê yên 24ê Kanûna 2021ê têne lidarxistin.

Li gorî ragihandina televizyona Libya el-Ahrar Dadgeha Temyîzê, biryar da îtiraza li dadgeha Zaviye hatibû kirin were redkirin û bi vê biryarê re careke din rêya namzedbûnê ji Xelîfe Hefter re vebû.