PeyamaKurd- Serdozgerê Dadgeha Sizayê ya Navneteweyî (ICC) Karim Khan diyar kir ku biryara girtinê ya ji bo Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin hatiye dayîn, heta hetayê derbasdar e.
Karim Khan, ji BBC Radyo 4ê axivî û got, "Ji bo tawanên şer, tu qanûnek sînordarkirinê nîn e. Biryara girtinê ya Putin, piştî ku Şerê Rusya û Ukrayna bi dawî bibe jî derbasdar e.”
Khan destnîşan kir ku ev çalakiya ICCê, li ser yek ji prensîbên Dadgeha Sûcên Şer a Nurnbergê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêk hat û got ku
"Mirov li ku dera cîhanê bin, divê fêm bikin ku qanûn heye û bi desthilatdariyê dibe berpirsiyarî.”
Karim Khan diyar kir ku biryara girtinê dê cezayê muebetê li Putin û Komîsera Mafên Zarokan a Rusyayê Mariya Alekseyevna Lvova-Belova bibire.
Serdozger Khan pirsa "Gelo biryara girtinê heta hetayê derbasdar e?" bersivand û got,
"Bêguman erê, heta ku ew dernekevin pêşberî dadwerên serbixwe yên dadgehê û dadwer biryarê li ser esasê betalkirina dozê bidin, derbasdar e."
ICCyê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna sûcên li Ukraynayê de ji bo Serokê Dewleta Rusyayê Putin û Komîsera Mafên Zarokan a Rusyayê Mariya Alekseyevna Lvova-Belova bi hinceta “sûcên şer” biryara girtinê hatiye dayîn.