image

PeyamaKurd – Di rûniştina îro 26ê Gulanê ya doza JÎTEM a Enqereyê de ku bi kuştina 19 kesan dihatin darizandin, biryara beraetkirina hemû gumanbaran hat dayîn.  

Di rûnişitan doza JÎTEM a Enqereyê ya 7an de ku midûrê Nifûsê yê Altindag a Enqereyê Abdulmecît Baskin jî di nav de, li ser kuştina 19 kesan di salên 1993-1996an de, hatibû vekirin, biryara beraeta hemû gumanbaran hate dayîn.

Di rûniştina dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1 a Enqereyê de, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê, parêzerên nûnerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê beşdarî kirin.

Di rûniştina dozê de, parêzerên malbatên kesên hatine kuştin daxwaza cezakirina gumanbarên JÎTEMê kirin, lê heyeta dadgehê diyar kir ku di mutalaayê de tu titş neguheriye û beraetkirina hemû gumanbaran xwest.

Heyeta dadgehê jî piştre biryara xwe eşkere kir û beraet da hemû gumanbarên doza JÎTEMê.

Doza JÎTEMê çi ye?

JÎTEM di salên 1990î de di serdema Wezîrê Navxwe yê Tirkiye yê berê Mehmet Agar û fermandarê JÎTEMê Korkut Eken ve hatiye damezrandin ku bi destê wan gelek kesayetên Kurd hatine qetilkirin. Di nav kesên hatine kuştin de, karsazên Kurd ên wek Savaş Buldan û Behçet Canturk jî hebûn