image

PeyamaKurd – Çîn ji bo bidawîkirina şerê Xezzeyê li Pekînê mazûvaniya heyeteke ku ji wezîrên karên derve yên Rêveberiya Xweser a Filistînê, Erebîstana Siûdî, Misir, Endonezya û Urdunê pêk dihat kir.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi diyar kir, welatê wî "dost û birayê baş ê welatên Ereb û Mislimanan e."

Wang Yi destnîşan kir, divê cîhan "bi lezgînî gav bavêje" da ku şerê Îsraîl-Hamasê bê sekinandin.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê herwiha got, "Werin em bi hev re bikevin nava hewldanan da ku di zûtirîn dem de aştiya li Rojhilata Navîn pêk were. Divê civaka navneteweyî ji bo pêşîgirtina li belavbûna vê karesatê bi lezgîn tevdîr bigire û tedbîrên bi bandor bigire."

Çîn piştgirî dide çareseriya du dewletî ya kêşeya Îsraîl û Filistînê û hewl da ku li Rojhilata Navîn rola xwe bilîze bi şandina nûnerekî bo herêmê ji bo misogerkirina agirbestê.