
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto diyar kir ku di vê qonaxê de encama êrîşa li dijî Ukraynayê bi teqez nayê pêşbînîkirin.
Guido Crosetto li ser şerê Rûsya û Ûkraynayê axaftinek kir.
Guido Crosetto diyar kir, di vê qonaxê de encamên dijberiya Ukraynayê bi teqez nayê pêşbînîkirin.
"Ne mimkûn e ku mirov bibêje di hefteyên pêş de wê çi bibe. Rûsyayê xetên berevaniyê yên bihêz ava kir. Di warê hejmara leşker û alavên leşkerî de Rûsya xwedî avantaj e. Hewldana Ukraynayê ya ji bo vegerandina kontrolê li ser vê xakê tijî pirs û nediyar e. û Ukraynî vê yekê fêm dikin," Crosetto got, ji ber vê yekê ew daxwaza balafiran dikin."
Crosetto dupat kir ku "rêya herî hêsan ji bo bidestxistina aştiyê ew e ku kesên ku li serketinê digerin fêm bikin ku ev ne mumkin e", Crosetto destnîşan kir, ev sedema alîkariya leşkerî ya rojavayî ji Ukraynayê re ye.
Crosetto da zanîn, "zehmet e" ravekirin û fêmkirin ku bi dayîna çekan ji yek ji aliyên nakok re çawa dikare aştî pêk were û got, dema agirbest were ragihandin pêvajoya aştiyê dikare destpê bike.
Crosetto angaşt kir, êrîşa dawî ya li ser Bendava Kakhovka çareseriyek gengaz dereng xist.