
PeyamaKurd – Selahatîn Demîrtaş piştî Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) Ebubekir Şahîn bi sedema ku pesnê Demirtaş daye derbarê Halk TV de got “Hûn nikarin pesnê kesek bi doza endamtiya terorê tê darizandin bidin” got, “Ez bi doza endamtiya rêxistinê nayêm darizandin.”
Pêşkêşvanê Halk TV Serhan Asker, di dema bernameya zindî ya ji navçeyên erdhejê pêşkêş dikir, di bernameya li parêzgeha Semsûrê, li ser pirtûka Demîrtaş ya bi navê “DAD” axivî û got, pirtûkeke gelek baş e.
Piştî gotinên pêşkêşvan Serhan Asker, Serokê RTUKê Ebûbekir Şahîn diyar kir, wan derbarê wê kanala televizyonê de dest bi lêkolînê kirine.
Şahîn li ser hesabê xwe yê medya civakî da zanîn: “Demekê de ku hilbijartin nêzîk dibin û hişyarî bo ragihandinê hatine dayîn, ew weşanên Halk TV yên pirovakatîf nayên qebûlkirin. Kes nikare welatê me wek dagirker bi nav bike, nabe pesnê kesekî ku bi doza endamtiya rêxistina terorê tê darizandin bê dayîn. Dest bi lêkolînên pêwîst hatine kirin.”
Herwiha piştî wê Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş yê ku ji 2016ê ve di girtîgeha Edirnede girtiye li ser hesabê xwe yê Twiterê bersiva Şahîn da û eşkere kir: “Zilamê vala, derbarê min de doza bi endamtiya rêxistinê tuneye! Derewan neke. Ev 7 sal e hûn min di hucereyeke 12 metreyî de digrin, lê dema navê min derbas dibe agir bi delinga we dikeve. Ji ber em gel in û mafdar in. Tu û patronên te heta qirikê ketine nav tawanan, hûn tirsonek in!”