PeyamaKurd- Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahadîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek ji bo hilbijartina 28ê Gulanê parve kir.
Selahadîn Demîrtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî ye, ji bo piştgiriya namzedê Serokomariya Tirkiyeyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, peyamek belav kir.
Demîrtaş ê ku ji destpêka pêvajoya hilbijartinan ve aliyê xwe ji bo guherîna pergalê dîyar kiribû, dem bi dem bi van peyaman ji bo Kiliçdaroglu piştgiriyê dixwaze.
Selahadîn Demîrtaş di peyama xwe de got,
“Heger di sindoqan guhertin çênebe, dê karesateke aborî û demokrasiyê çêbibe. Edî gera sêyem jî tuneye. Em Birêz (Kemal) Kiliçdaroglu bikin Serokomar, bila Tirkiye hilma xwe berde. Biçin ser sindoqan, ji bo hilmekê, dengekî bidin.”