
PeyamaKurd – Di doza PKK/KCK ê ya beşa jinan de goya di nav rêxistina beşa jinan de cîh girtine, ji bo 23 jinan îdîaname hat amadekirin. Di îdîanamê de hat gotin ku ji bo jin nên naskirin, nasnama xwe ya siyasî û jiyana xwe ya civakî ji xwe re kirine kiras. Îdîaname ji dadgeha cezayê giran ya 25em ya Ankara de hat qebûlkirin.
Li gor buroya lêpirsîna sûcên terorê ya serdozgeriya komarê ya Ankara; ji bo rêxistina PKK/KCKê, di bin navê rêxistina jinan ya bi navê YJWK ê de îdîanameyê amade kiriye. Li gor îdîanameyê gumanbar bi fermana serpereştên rêxistinê tevgeriyane, telefonên hev kirine, derketine derveyê welat, beyanên şahidan hene, materyalên dîjîtal di destê dewletê de hene. Roja destpêka celsa dozê û navên kesên gumanbar nehat ragihandin.