image

PeyamaKurd – Li Somaliyê li bajarê Beledweyne bi erebeyekî bombe barkirî êrîşê ser noqteya kontrolê kirin û di encamê de herî kêm 10 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina çapemeniyê; bi temamî nikarin jimara miriyan bidin ji ber dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Bajarê Beledweyne, li orta Somaliyê ye, di demên dawiyê de seha şerê navbera artêşa Somaliyê û Eş-Şebabê ye û li herêma Hîranê ye.

Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe lê parêzgerê berê yê eyaleta Hirşabele Mohamed Abdi Ware got ku li pişt êrîşê rêxistina Eş-Şebabê heye. Ware, di ser hesabê xwe yê X ê de got:

“Ev bûyer ya rêxistina berbat ya di demên xwe yên dawiyê de dijîn. Em êrîşê bi tundî şermezar dikin.”