
PeyamaKurd – Li Afrîka li welatê Nîjeryayê li eyaleta Plateauyê êrîşî ser gundê Aduyê kirin û di encamê de 9 kesan kuştin û gelek kesan birîndar kirin.
Berdevkê rêxistina pêşdebirina lawan ya Miango ya eyaleta Plateauyê Nuhu Bitrus, ragihand ku kesên çekdar êrîşê birine ser gundê Aduyê û 9 kesan kuştine û gelek birîndar hene.
Berdevkê polîsê eyaleta Plateauyê Alabo Alfred,êrîşê piştrast kir û got ku hêzên asayîşê şandine ciyê bûyerê.
Nehat ragihandin bê êrîş ji terefê kî de hatiye kirin û heya niha kes êrîşê negirtiye aliyê xwe.