image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê sibe 20ê Hezîranê roja Duşemê, di navbera her sê welatên Misir, Urdin û Behreynê de, civîneke sêqolî di asta serokan de bê lidarxistin.

Berdevkê seroketiya Misirê Besam Radî ragihandiye ku serok El- Sîsî vê sibê pêşwaziya qralê Urdinê Ebdullah El-Sanî kiriye û ajansa Ammonnews a urdinî daye xuyakirin ku ligel Ebdullah El-Sanî, welîehd Hisên Bin Ebdullah El-Sanî serdana Misrê kirine.

Serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî herwiha îro li Şerm El-Şêxê qralê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe pêşwazî kir.

Tê çaverêkirin di navbera her sê welatan de civîneke sêqolî ji bo hevkarî û ewlehiya herêmê were lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, dê Serokê Amerîkayê Joe Biden di navbera 13 û 16ê Tîrmehê de, dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn dike û biryara li Cedayê bi serokên dewletên Meclîsa Hevkariyê ya Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê re bicive.