image

PeyamaKurd – Li Almanya trêna ku sefera Kiel-Hamburgê dikir, kesekî bi kêrê êrîşê ser kesên di trênê de kir û di encamê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Polîs bi sedema êrîşê kesekî xist bin çav.

Wezîra karên hundir ya eyaleta Schleswig-Holstein Sabine Sütterlin-Waack ragihand ku nêzî Hamburgê li rawestgeha Brokstedtê siet bi wextê Almanya di 15.00an de, di êrîşa bi kêrê de, 2 kes mirine û 5 kes birîndar bûne.

Sedema êrîşê heya niha nayê zanîn û di wexta bûyerê de gelek ambûlans û helikopter şandine ciyê bûyerê.