image

PeyamaKurd Şirketa Lêkolînê ya Betîmar bi zanîna encamên tûra yekem a hilbijartinê, encamên dawî yên rapirsiyê eşkere kir.

Li gorî anketê di navbera her du namzetan de 4,38 puan cudahî heye.

Betîmar Lêkolîn ku bi pêşbîniya xwe ya herî nêz a hilbijartina serokomariyê ya 14ê Gulanê derdikeve pêş, encamên anketê yên herî dawî jî eşkere kir.

Lêkolîn di navbera 25-26ê Gulanê de li 81 parêzgehan bi 6 hezar û 601 kesan bi rêbaza hevpeyvîna telefonî hat kirin.

Li gorî vê yekê dengên namzetan wiha ne:

Tayyîp Erdogan ji sedî 52,19 e

Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 47,81 e

Rêjeya xeletiya anketê ji sedî 1,21 zêde yan kêm hat nîşandan.