image

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilmên Cîhanê Elî Qeredaxî hejmarek serkirdeyên Tevgera Talîban a Afganistanê pêşwazî kir û piştevaniya xwe bo Talîbanê anî ziman û got, “Serkeftina Talîbanê serkeftina hemû misilmanan e.”

Elî Qeredaxî derbarê hevdîtina li gel Polîtburoya Dewha ya Talîbanê de li ser Twitterê ligel hinek wêneyan peyamek belav kir û got, ew dê li ser piştevaniya Talîbanê berdewam bin di çarçoveya şîret û serxistina wan de.

Elî Qeredaxî diyar kir, armanca wî ew e ku zanyariyeke Îslamî li gor fiqhî û pêbawer û bikaranîna hevçerxane bide Talîbanê ji bo vegerandina Quran û kirdeyên pêxemberê Îslamê.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilmanan daye xuyakirin, ew dikarin alîkariya Afganistanê bikin û diyar kir, ew destê alîkariya darayî jî ji bo gelê Afganistanê dirêj dikin û dikarin lijneyeke darayî pêk bînin ku ezmûna xwe ji bo kombûnan fêr bikin da ku di pêkanîna hikûmeta nû de bikar bînin.

 Qeredaxî got, em dikarin ji bo karûbarên darayî bi siyaseta darayî, bank, kompanî û stratejiyeke geşepêdanê ji bo Talîbanê pêk bînin.

Elî Qeredaxî destnîşan kir, “Serkeftina Talîbanê serkeftina hemû misilmanan e’ û daxwaz ji hikûmeta Talîbanê kir ku dadweriyê biçespîne û bibe nimûneyeke dadwerî û mîhribaniya îslamî.