image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da. Erdogan got, "Em ji encama erênî ya daxwaza F-16an kêfxweş in."

Civîna lijneya wezîran a ku bi serokatiya Erdogan li Beştepeyê hat lidarxistin bi dawî bû. Piştî hevdîtinê Erdogan daxuyanî da.

Beşek ji daxuyaniyên Erdogan wiha ne:

''Me heyecana gihandina gelek berhemên pîşesaziya berevaniyê ji Hêzên Deryayî re dît ku her yek ji wan mînaka hewldan û serkeftinê ye. Ez hêvî dikim ku keştî û pergalên çekan ên ku me tomar kirine wê ji bo hêza deryayî ya me sûdmend bin û ez wan kesên ku beşdarî projeyan bûne pîroz dikim. Em bi encama erênî ya daxwaza F-16an ji DYA kêfxweş in. Bi hêviya ku pîşesaziya berevaniya Tirkiyê ji niha û pê de zûtir pêş bikeve.

'Em ê destûrê nedin'

Tirkiye wê destûrê nede ku li ser sînorên xwe yên başûr rêxistineke terorê bê avakirin. Em li ku derê endamên rêxistina terorê bibînin, em ê serê wan bişkînin û binesaziya wan hilweşînin. Em ê zarokên xwe herêmeke li derveyî sînorên xwe bihêlin ku teror lê tunebe û aştî lê serdest be.”