
PeyamaKurd – Li dewleta Çadê ya Afrîkayê di navbera deshilata wê derê ya leşkerî û muxalefetê de jijberiya ku heye, ji bo çareserkirina mijarê Emîrê Qatarê Şêx Temîm Bin Hamed El Sanî ket navbera wan û li payîtexta Qatarê li Dohayê peymanekî îmze kirin. El Sanî peymanê weka “Peymana Dohayê” ya destpêkê binav kir.
Li ser peymanê ya di navbera konseya demkî û muxaletefeta Çadê, emire Qatarê El Sanî got ku ji bo aştiyê pêngava destpêkê ye û wan li dîwana Emîrtiyê anî cem hev. El Sanî ji ber her dû teref berjewendiyên netewî xistin pêşiya her tiştî, sipasiya wan kir. Her weha bangê li temamaê terefên siyasî kir ku di Çadê de aştiyê ava bikin.
Hevdîtinên di navbera terefan de ji meha adarê heya niha dewam dike.