
PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK), îro 30yê Gulanê encamên fermî yên hilbijartinên parlementoyê yên 14ê Gulanê ragihandin.
Li gorî encamên ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin; Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) 268 kursî, Partiya Komarî ya Gel (CHP) 169 kursî, Partiya Çepên Kesk (YSP-HDP) 61 kursî, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) 50 kursî , ÎYÎ Partî 43 kursî, Partiya Yenîden Refah 5 kursî û Partiya Karkerên Tirkiye (TIP) 4 kursî di parlementoyê de bidest xistin.
Herwiha Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ku li ser lîsteya AKPê beşdarî hilbijartinê bûbû jî 4 kursî bidest xistine.
Partiyên ku li ser lîsteya CHPê beşdarî hilbijartinê bûn; Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) 15 kursî, Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi)10 kursî, Partiya Saadetê 10 kursî û Partiya Demokrat 3 kursî bi dest xistin.
Biryar e bi vekirina parlementoyê re 38 parlementerên ku li ser lîsteya CHPê hatine hilbijartin vegerin nav partiyên xwe.
YSKê herwiha eşkere kir, rêjeya beşdariya welatiyan di dengdanên navxweyî yên Tirkiyê de %88.92 û li derve jî %53.80 e. Hat diyarkirin ku bi giştî %87.05ê hilbijêran deng dane.