image

PeyamaKurd – Endamê THKP-C ê, yê bi navê Kerim Kaya ku navê wî di lîsta kesên lê digeriyan de bû li Îstenbolê ji aliyê hêzên asayîşê de hat girtin. Kaya, di nav lîsta grî ya wezareta karên hundir yê Tirkiyê de bû.

Tewana ku bi bal Kaya de didin “endambûna rêxistina terorê”, “kirina propagandeya rêxistina terorê”, “zerardayîna malê giştî” û “sextekariya di belgeyan de” ye.

Di encama xebata îstîxbarî de Kaya li Îstenbolê li çend navçeyan de heya niha xwe vedişart lê herî dawiyê li Esnyurtê hat desteserkirin.