
PeyamaKurd- Endamên Kongreya Amerîkayê Michael Waltz, Michael McCaul û Joe Wilson di nameya xwe ya ji bo Serok Joe Biden de daxwaz kir ku hemû hewilên xwe ji bo bidawîkirina reftarên neheq ên li ser Herêma Kurdistanê bide.
Endamên Kongreya Amerîkayê Michael Waltz, Michael McCaul û Serokê Komîteya Karên Derve Joe Wilson nameyek ji Serok Joe Biden re nivîsand.
Di nameyê de bal hat kişandin ser neheqiyên li Herêma Kurdistanê yên ku bi taybetî di van demên dawî de tên jiyandin û wiha hat gotin:
"Em daxwazê ji we dikin ku hûn hemû hewilên xwe ji bo rawestandina reftarên ku li hember Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Iraqê nayên qebûlkirin bidin.
Di beşeke din a nameyê de endamên Kongreyê rola dîrokî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê bi bîr hanîn û Herêma Kurdistanê wekî hevpeymaneke pêbawer û stratejîk a Amerîkayê pênase kir.
Ji aliyeke din ve tekezî li ser vê yekê hate kirin ku zextên siyasî, aborî û yasayî li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Di dawiyê de endaman bang li Biden kir ku "stratejiyeke nû ji bo Iraqê" pêşkêş bike û van pirsgirêkan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re ku ji bo beşdarbûna li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 78emîn çûbû New Yorkê, gotûbêj bike.