image

PeyamaKurd – Erdhejeke bihêz îro 17.05.2021ê li navçeya Sinixwast a ser bi parêzgeha Xorasan a bakurê Îranê ve çêbû.

Li gor malpera Mîhir a Îranê, îro di saet 03:34 li gor dema Îranê erdhejek bi hêza 5.5 li navçeya Sinixwast a ser bi parêzgeha Xorasan a bakur çêbûye.

Heman çavkanî dide zanîn, ew erdhej 16 kîlometre di binê erdê de pêk hatiye û ti ziyaneke canî çênebûye û heta niha di derbarê ziyanên madî de, zanyariyên hûr nehatine belavkirin.