image

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ji bo televîzyona Rusyayê Rusia 1ê axivî û rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand.

Serokomarê Tirkiyeyê, di axaftina xwe ya kenala televîzyonê de ji bo bernameya “Moskow-Kremlin-Putin” de mijarên rojevê nirxandin û got,

“Serkeftiyên qeyrana Ukraynayê dê tunebin û pêkanîna aştiyê dê ji bo hemû aliyan sûdewar be. Hewila îzolekirina Rusyayê ya ji cîhanê, dê bandorên gelek cidî yên neyînî li Rojava bikin. Bi taybetî jî Yekîtiya Ewropayê û Polonya, berdêla tenêkirina Rusyayê, her ku diçe zêdetir didin.”

Hat ragihandin ku bernameya Erdogan tevlî bûye, îşev tê weşandin.