PeyamaKurd- Namzedê Tifaqa Cûmhûrê Recep Tayîp Erdogan, piştî encamên hilbijartinê, daxuyaniya duyem li Koşka Serokomariyê da.
Ji bo daxuyaniyê, hat diyarkirin ku dergehên koşkê ji bo welatiyan hat vekirin û Erdogan li şaneşîna koşkê, banga duyem li girseyê kir.
Erdogan ê ku di gera duyem a Hilbijartina Serokomariyê de ket pêşiya Kemal Kiliçdaroglu, bi daxuyaniyê, rexne li partiyên opozîsyonê kirin.
Erdogan got ku “Tabloya niha tabloya evîndaran e. Niha 320 hezar kes li vir in. Ez ji we re rê nabêjim. We Tifaqa Cûmhûrê neda şermiyê û we ew bi tenê nehişt. Em vê rêyê bi hev re meşiyan. We dîsa ev erk daye me. Em ê avadankirin û vejandina Sedsala Tirkiyeyê bidomînin.”
Daxuyaniya Erdogan, bi vî awayî berdewam kir:
“Heval û rêhevalên min ên hêja. Ez we bi hezkirin we silav dikim. Hemd ji Xwedê re hilbijartin bêyî tu pirsgirêkek girîng bi dawî bû. Li gor encamên ne fermî, miletê me 5 salên din jî serokatî daye me. Ez spasiyên xwe pêşkêşî her yek ji gelê xwe dikim ku em layiqî berpirsyariya birêvebirina welat kirine. Niha dema yekbûyînê ye.
Ez spasiya hemwelatiyên xwe yên ku li welat û derve çûne ser sindoqan û hêza demokrasiyê ya me îsbat kirine, dikim. Miletê me biryara xwe ji bo Sedsala Tirk bi kar hanî. Di gera yekem a hilbijartinê de berê jî tercîha xwe ya di meclîsê de bi dayîna piraniya endamên TBMMê ji bo Tifaqa Cûmhûrê nîşan da. Di hilbijartina ku îro hat kirin de tercîha xwe ya di Serokatî, ango di rêveberiyê de nîşan da. Lê belê ne tenê em bi ser ketin, Tirkiye ye. Demokrasiya me bi ser dikeve.
Me got dema em bi ser bikevin tu kes wenda nake. Îro tu kesî wenda nekiriye. Temamî 85 milyonan bi ser ket. Em ji kesî ne hêrs in, ne aciz in û ne jî dilmayî ne. Dem hatiye ku em nîqaşên hilbijartinê bidin aliyekî û li dora armancên xwe yên neteweyî bibin yek. Em dizanin ku hêza Tirkiyê ji wê yekê tê ku 85 milyon mirov bi hev re ne.
Ez ne hesabdar im. Lê di hesabê muhasebeyê de tiştek xelet heye. Di sala 2018an de hejmara parlamenterên CHPê 146 bû, di sala 2023yan de hejmara parlamenteran bû 169. Wekî hûn jî dibînin zêdebûn heye. Lê li vê derê parlamenterên kirêkirî hene. 40 parlamenter. Ji bo partiyên ku xwedî ji %1 dengan in, 40 parlamenter hatin dayîn. Hejmar ji 146an daket 129an. Di desthilatiya me de tu nikarî Selo (Selahadîn Demîrtaş) yê ku bû sedeme kuştina 51 welatiyên me yên Kurd, ji girtîgehê derxî.
“Tu şer tuneye ku em ji heq neyên der”
Îro roj roja pêngavên demokrasî û pêşketina me ye ku bigihêjin asta herî jor ku Menderesê nemir ji bo wê canê xwe daye. Îro roja destpêka xewna Ozal a mezin a Tirkiyeyê ye. Îro ew roj e ku ji Erbakan heta Turkeşê hemû zilamên gel bi hezkirina doza xwe bigihêjin armanca têkoşîna xwe. Ma kovarên Alman ji bo hilweşandina Erdogan qapax nehavêtin? Ya ku wan jî wenda kir ev bû. We tifaqên ku bi mehan li dijî me hatine çêkirin dîtin. We dît ku ji rêxistinên terorê bigire heta hereketên devjêber kî li hemberî me rawestiya. Lê belê, wan nikaribû.
Êdî ew ê nikaribin bikin. Ji ber ku van kesan îspat kiriye ku hevîrtirşka wan çiqasî xurt e. Têkoşîna ku em bi ser nekevin tuneye.
Ji niha û pê ve em ê hemû dema xwe bidin xebat û berhemanîna berheman. Dermankirina birînên felaketa sedsalê dê di serê me de be. Mijara me ya herî lezgîn ew e ku pirsgirêkên ji ber buhabûna enflasyonê ji holê rakin û zirarên refahê telafî bikin. Çareserkirina wan ji bo me ne zehmet e. Heger em bikin, em dikin. Enflasyon dê kêm bibe. Li ber deriyê IMFê nobedê digirin.
Bawerî û îstîkrar. Ev herdu têgeh gelek girîng in. Em ê vê bidomînin. Em ê li ser van her du têgehan rêveberiyeke aborî ya xurt ava bikin. Em modeleke aboriyê ya ku li ser veberhênan û îstihdamê ye, dîzayn dikin. Me gaza xwezayî li Deryaya Reş dît? Me 1 meh belaş da? Me biryara dayîna 25 metrekup bêpere ji bo salekê ragihand?
Li Gabarê petrol derket. Ji ber ku ew terorîstên ku berê têkiliya Bay Bay Kemal bi wan re hebû, me nikarîbû em derxînin. Tirkiye wê cihê ku heq dike bigire. Em ê tedbîrên ewlehiyê li başûrê xwe zêde bikin. Em ê geşedanên herêmê bi awayekî rast bi rê ve bibin.
Hevalên Bay Bay Kemal çi digotin? 'Em ê li başûrê xwe bi rêxistinên terorê re bibin yek.' Ne tenê ew, ji bo parvekirina nefta li wir bi terorîstan re gav havêtin. Qamişlo, yek ji van e.
Me vegera nêzî 650 hezar kesî bo herêmên ewle yên li ser xaka Suriyeyê misoger kiriye. Me bi Qeterê re hevkarî kir. Di nav çend salan de em ê vegerandina 1 milyon mirovên din mîsoger bikin.
Birêz Putin di peyama xwe ya pîrozbahiyê de dubare kir ku Trakya herêmeke navend e. Em ê bi wan re vê gavê bihavêjin. Bi vî awayî, Trakya dê bibe navendek. Em ê nirxa marqeya pîşesaziya xwe ya berevaniyê zêde bikin. Em ê di çandinî û sewalkariyê de pergaleke ku buhayê kelûpelan kêm dike pêk bînin. Bi kurtasî em ê her kêliya dema pêş de bi xebat û xizmetên hêjayî Sedsala Tirk binirxînin.
Ez ji we bawer dikim. Ez bi we ewle me. Duh jî me got Tirkiye emanetî me ye, em jî emanetî Tirkiyeyê ne. Spas ji bo parastina ewlehiya xwe. Ez ji her yekî ji we re bi taybetî spas dikim. Ez şehîdên me yên ku di şeva 15ê Tîrmehê de bêyî ku çavên xwe bineqînin çûn mirinê, bi bîr tînim.