image

PeyamaKurd- Namzedê Serokomariya Tirkiyeyê yê Tifaqa Cûmhûrê Recep Tayîp Erdogan, piştî encamên ne fermî yên hilbijartinan ku piraniya encaman hatin eşkerekirin, daxuyaniya yekemîn da.

Erdogan di daxuyaniya ku li ber mala xwe ya li Kisikliya Stenbolê da xelkê kombûyî de got ku

“Ez spasiyên xwe pêşkêşî miletê xwe dikim ku em di navbera du cejnan da cejina demokrasiyê b ime da jiyandin. Yên ku di hilbijartinên 14ê Gulanê û 28ê Gulanê da bi ser ketin, 85 milyon welatiyên me ne.”

Recep Tayîp Erdogan, di axaftina xwe de spasiyên xwe pêşkêşî gel kirin û got,

"Me gera duyem a hilbijartina Serokomariyê, bi xêra miletê xwe temam kir. Ez spasiyên xwe pêşkêşî miletê xwe dikim ku di navbera her du cejnan da cejina demokrasiyê da me. Ez spasiya yek bi yek mirovên gelê xwe dikim ku careke din erka rêvebirina 5 salên pêşiyê spart me.

Me got 'Em ê serkeftineke wisa bi dest bixin ku tu kes wenda neke. Hesabgir (Kılıçdaroglu) van tiştan baş dizane. Bi vî awayî dibe ku CHP ji ber wekîlên ku wenda kirine, hesabê vê yekê bipirse.

Ji ber vê yekê îro yê serkeftî tenê Tirkiye ye. Bêyî ku em ji demokrasi, pêşketin û armancên xwe tawîz bidin, êdî me deriyê Sedsaliya Tirk vekir. Me bi hev re xewn û kelecana hemû beşên neteweya xwe, ji mêran heta jinan, ji ciwan heta kalan, ji karmendan heta teqawîtbûyîn pêk hanî. Me bi hev re hêviyên hevalên xwe yên ku dîrok û dilê wan ber bi me ve dizivire mezin kir. Meydana Kiskiliyê kir dîrok!

Ez ji Xwedê re şikir dikim ku rêwiyên mîna we daye min. Em ê her serkeftina xwe bi we re pîroz bikin. Li pêşiya me sala 2024 heye. Hûn fêm dikin ku ez çi dibêjim, ne wısa? Gelo em amade ne ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2024an de hem Uskudarê û hem jî Stenbol bi ser bikevin? Ji ber vê yekê nesekinin, em ê bixebitin.

Kes nikare destwerdana maf û azadiya gelê me bike. Kes nikare li miletê me binêre, heqaretê li gelê me bike, ciwanên me bikşîne nav tarîtiya xwe ya bêbinî. Tu kes nikare tiliya xwe bide Tirkiyeyê. Ji ber vê sedemê tu wesayîtek ji rêxistinên terorîst ber bi cihên tarî nikare me dorpêç bike. Kes nikare vîna miletê me ya yek, mezin, sax, bira û Tirkiye bi hev re bişkîne. 

Ma ev CHP LGBT ye, HDP LGBT ye, gelo ev ÎYÎ Partî baş LGBT ye, li cem wan çend hûrik hene; ma ew jî LGBT in? Ji ber vê yekê, ka LGBT dikare bikeve nav AK Partiyê? Gelo dikare bikeve nav endamên din ên Tifaqa Cûmhûrê? Malbata me pîroz e. Tu kes nikare li dijî malbatê dengê xwe bike.

Tundiya li ser jinê li cem me qedexe ye. Kes nikare tewasûl bike, em dest bikin tînika wan.Tişta ku me soz daye miletê xwe di dema pêş de em ê pêk bînin. Em ê jî pabendî prensîba xwe bin ku sozên ku em nikarin bi cih bînin nedin. 

Bi van hestan, ez niha li ser rêya Enqereyê me. Vê carê em guherînekê dikin û em ê axaftina balkonê li Kulliyeyê bikin.”