image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji bo rojnama Arnavûtlûkê ya bi navê Panaromayê gotarekî nivîsandiye û tê de behsa têkiliyên her dû dewletan kiriye û her weha ragihandiye ku wê Tirkiye balafirên bêmirov yên  İHA/SİHA bifroşe Arnavûtlûkê. Di gortarê de weha hatiye gotin:

“Arnavûtlûk, sîstema antî dronê ya ku ji aliyê şîrketekî Tirkiyê de tê hilberîn, muşteriyê yekeme ku bikire û parlemento û wezareta bergiriyê ya Arnavûtlûkê ji bo sîstem û balafirên Tirkiyê, budçeyê tesdîq kiriye.  

Tirkiye perçeyekî ji Balkanaye û Balkan jî ji bo Tirkiyê perçeyekiye ku ji hev nayên veqetandin. Tirkiye Arnavûtlûkê hem dost û hem hevkarê xwezayî dibîne û her diçe di navbera her dû welatan de têkilî û hevkariya di sehayên komelayetî, çand û aboriyê de zêdetir dibe.

Di navbera Tirkiyê û Arnavûtlûkê de di seha terorîzmê, karên qaçax yên di seha mirov û maddeyên hişbir de, têkiliyên wan zêdetir dibin. Parlementoya Arnavûtlûkê ji bo amadekirina balafirên bêmirov û sîstema wan, budçeya 9,7 mîlyon dolarî tesdîq kiriye.”