image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê serdana Nexçivanê bike. Tê payîn ku Erdogan peyamên rojane ji bo Korîdora Zengezûrê bide.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê, di hevdîtinên Serokomar Erdogan û Aliyev de dê têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Azerbaycanê bên gotûbêjkirin û li ser mijarên rojane yên herêmî û cîhanî û bi taybetî geşedanên dawîn ên li herêmê, dê nêrînên li ser Qerebaxê bên parvekirin.

Tê çaverêkirin ku Erdogan û Aliyev beşdarî merasîma vekirina bingehê Xeta Xeta Sirûştî ya Îdir-Nexçevanê bibin û Kompleksa Leşkerî ya Nexçevanê ya nûjenkirî bê vekirin.