image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 23yê Îlonê piştî nimêja Înê daxuyanî da rojnamevanan û li ser pevguhertina dîlên şerê Rûsya û Ukraynayê jî agahî dan.

Erdogan bal kişand ser korîdora zad û got ku heta niha 4 milyon ton zad hatiye veguhestin ku yê Ukraynayê bûye û ew niha li ser dixebitin zad û gubreyê Rûsyayê jî bo bazara cîhanê were veguhestin.

Herwiha Erdogan li ser pevguhertina dîlên şer jî ragihand: “Di pevguhertina dîlan de, li ser 200 navan tê rawestin. Hemû li Tirkiyê mêvanê me ne. Di nav van de Pûtîn bi israr kesek dixwest. Me ew kes şand Rûsyayê.”