image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğana li serdaweta serokê Îmaratan Muhammed bin Zayid çû Dubaiyê da tevlî Zîrwa Hukumetên Dinyayê bibe. Erdopan ragihand ku wê weke mêvanê şerefê tevlî zîrwê bibe û weha got:

“Di zîrwa îsal de em ê danûsitenên xwe xwurt bikin û bi serokên derwletên din re hevdîtinan bikin.”

Piştî Dubaiyê wê Erdoğan li ser daweta serokkomarê Misrê el-Sisi here Misrê. Wê bi el-Sisi re di seha aboriyê, tûrîzm, enerjî û berevaniyê de şêwran bike û li ser mijara Xezzayê bi Sisi re biaxife.

Bi Erdoğan re wezîrên Tirkiyê Hakan Fidan, Alparslan Bayraktar, Mehmet Şimşek, Yaşar Güler, Fahrettin Koca, Mehmet Fatih Kacır û Ömer Bolat hene.