image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Înê li ser yekem hevdîtina rûbirû li Cenevê bi Serokê Amerîka Joe Biden re û hevdîtinên lilgel serokên Fransa û Brîtanyayê daxuyanî dan.

Erdogan ragihand ku ew dê bi Serokê Amerîka re li ser pêwendiyên dualî yên herdu welatan biaxivin.

Erdogan ev daxuyanî da: “Wekî hûn dizanin ev lutkeya NATOyê ye. Berî her tiştî, me çi kiriye, emê çi bikin wek hevpeymanên NATOyê? Ev dê werin rojevê. Tirkiye yek ji welatê bihêz ê nav 5an e. Helbet wê derfeta me çêbibe bi Birêz Biden re li ser pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê biaxivin. Bi serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re, bi Serokomarê Fransa Macron re û bi şansolyeya Almanya Merkel re wê hevdîtinên me hebin.”