
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serkeftina xwe, dîsa gefa operaysoneka nû li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serkeftina wî ya di hilbijartinê de, di yekemîn gotara xwe ya li Koşka Serokomariyê de diyar kir, ew ê şerê xwe yê li dijî terorê ya li ser sînorên xwe yên başûr zêdetir bikin. Ji bo vê yekê jî dê rêyên siyasî û dîplomatîk çalaktir bikin.
Erdogan da zanîn: “Yên li Qendîlê ji gel hez nakin. Yên li Qendîlê hewl dan welat têk bibin û demokrasiyê têk bibin.”
Herwiha Erdogan ji ber hevahengiya bi HSDê re, rexne li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê girt û got, hêzên Hevpeymanan û YPG da ku nefta li Qamişlo di nava hev de parve bikin, gav avêtine.
Erdogan di axaftina xwe de li ser zindanîkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî axivî û got, heta ew li ser deshilatê ye Demîrtaş azad nabe.
Di berdewamiyê de di derbarê penaberên Sûriyê de da zanîn, di nava salekê de milyonek penaberên Sûriyê wê vegerin welatê xwe. Herwiha got, wan alîkariya 600 hezar Sûrî kiriye ku bi dilxwazî vegerin welatên xwe.
Gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê do Yekşemê 28ê Gulana 2023an birêve çû. Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya %52.2 deng bi dest xistin, li hember wî jî Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %47.8 deng bi dest xistine.