image

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 1ê Tîrmehê piştî nimêja Înê li Stenbolê, ji rojnamevanan re axivî û li ser peymana Tirkiyê ya bi Swêd û Fînlandê re îmze kiriye got, dibe ku ji van her du welatan hinek kesên ku tawanbarên terorê ne werin radestkirin û Swêdê 3-4 kes radest kirin..

Erdogan li ser mijara peyama ligel Swêd û Fînlandê ya bo rakirina astenga endamtiya NATOyê û radestkirina endamên PKKê wiha axivî:

“Niha di vê mijarê de soz hatin dayîn. Mînak Swêd dê 73 terorîstan bişîne cem me. Niha 3-4 terorîst şandine lê ev têr nake. Helbet Wezareta Dadê, Wezareta Derve, Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MIT) dê ji nêz ve wan bişopîne û dê bêjin wan ji me re bişînin. Ev hemû daxwazên me ne, heger neyên bicihkirin çi pêwîst be em ê bi rêya sazî û rêxistinên xwe bikin.”

Erdogan herwiha li ser pirsên operasyona muhtemel ya ser Rojavayê Kurdistanê jî got, “Her tim li ser vê mijarê daxuyaniyeke min heye, em dikarin şevekê ji nişka ve werin.”

Derbarê hevdîtina ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden de Erdogan ji bo çekên ku ji HSDê re hatine şandin diyar kir: “Helbet min got. Min ji serdema Trump dest pê kir, min got, bi hezaran barhilgir çek, alav û cebilxane anîn vir. Em ê niha li vir li ser terorê biaxivin lê dema ku çek, cebilxane, wesayit û amûr ji terorîstên ku bi vî awayî Tirkiyê dikin hedef bên dayîn em wek hevkarên NATOyê çawa dikarin bibin yek.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, berpirsê Swêdê piştî rêkeftina ligel Tirkiyê radigihînin ku ew ti welatiyekî radestî Tirkiyê nakin. Hîn li ser van gotinên Erdogan ti daxuyanî nedane.