image

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Erebistana Si’ûdiyê SPA yê ragihand ku Erebistan û Tayland bi hevkarî daxwuyaniyekî çapemeniyê dane û ew têkiliyên dîplomatîk yên ku di sala 1989 an de qut bûbûn, ji nûh de destpêkirine.

Serokwezîrê û hem wezîrê bergiriyê yê Taylandê general Prayut Çanoça bi seredanekî fermî duhî çû Erebistanê û bi welîahd prens Muhammed bin Selman re hevdîtin kir. General Prayut Çan-oça ji Selman re xemgîniya xwe ya ji bo qewimandina ku di sala 1989-1990 an de çêbûye, ragihandiye.

Her dû lîder bûne hemfikir ku dostaniya navbera her dû welatan xwurttir bikin û parastina hemwelatiyên hev bikin. Di navbera wan de her weha ji bo berjewendiyên her dû welatan, wê danûsitendina xwe zêdetir bikin.

Her dû dewlet, wê serkonsulên xwe ji bo welatên hev tayîn bikin û mekanîzmayên şêwrê bi hev re deynin.

Her dû dewlet li ser diziyekî mucewheran di sala 1989 an de asta têkiliyên xwe daxistibûn.