
PeyamaKurd - Rêveberê Patrîkxaneya Ermenî-Ortodoks Hakop Sugaşaqyan got ku ew wek ermenên ku hejmara wan li Iraqê pir kêm bûye di parlamentoya Iraqê de kursîyek di nav kotaya xiristiyanan de bo wan bê dayîn.
Rêveberê Patrîkxaneya Ermenî-Ortodoks Hakop Sugaşaqyan daye xuyakirin ku dîroka Ermeniyan kevnar e û gotiye; “Ji roja ku me dest pê kir em li vir bijîn, me bawer kir ku Îraq welatê me ye. Em nikarin ji gelê Iraqê cuda bibin. Niha wek Ermeniyan em dixwazin di nav kotaya Xirîstiyanan de li parlamentoyê bên temsîlkirin.”
Heta 2004an li Besrayê nêzikî 350 malbatên Ermenî hebûn lê niha ev hejmar daketiye heta 150 malbatî. Li Mûsilê jî ji 120 malbatan tenê 3 malbat mane. Li Bexdayê berî niha 6 hezar malbatên Ermenî hebûn lê niha hejmar daketiye 500 malbatan.
Lê belê berî şerê DAIŞê hejmara Ermeniyên li Herêma Kurdistanê nêzikî Hezar û 500 malbatî bû û niha gihîştiye 3 hezar malbatan. Berevajî Iraqê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê 11 kursî ji bo pêkhateyan hatine veqetandin û nûnerekî Ermenan jî heye.