image

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya rejîma Sûriyê, piştî êrîşa bi dronan a ser baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya Tenefê daxuyaniyeke balkêş da û bang li Amerîkayê kir demildest û bê mercekî hêzên xwe ji nav axa Sûriyê vekişîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê ku ajansa SANAyê piştî bi rojekê êrîşa ser baregeha Tenef a hêzên Amerîkî tê de bûn, belav kiriye, ji Amerîkayê hatiye xwestin demildest û bêyî nîşandana ti mercekî hêzên xwe ji nav Sûriyê vekişîne.

Herwiha di daxuyaniyekê de, Amerîka bi diziya genim, petrol û qaçaxcîtiyê hat tohmetbarkirin û bi wateya piştevaniya Amerîka ya bo HSDê jî hat gotin, “Divê piştevaniya hêzên çekdar ên neyasayî neke.”

Li derdora Baregeha Tenefê ya hêzên Amerîkî zeviyên herî mezin ên petrolê hene û herî kêm 900 leşkerên Amerîkî jî tê de bicih bûne ku Amerîka li wê baregeha jêr kontrola HSDê piştevaniya hêzên HSDê ji bo têkoşîna dijî DAIŞê dike.