image

PeyamaKurd – Medya fermî ya rejîma Sûriyê ragihand ku wê Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî sala 2011an destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê, cara yekem serdana Çînê bikin.

Li gorî nûçeya SANAyê wê Esed û hevjîna xwe Esma Esed li ser vexwendina serokê Çînê Şî Cinping roja Pêncşemê biçin Pekînê.

Hate diyarkirin ku wê Esed û Cinping beşdarî Lûtkeya Sûriye-Çînê bibin û herwiha dê Esed û hevjîna xwe beşdarî hejmarek çalakiyên fermî bibin.

Hat gotin ku wê wê Esed di vekirina Lîstikên Asyayê yên Hangzhou de ku 23yê Îlonê dest pê dikin de, mêvanê serokê Çînê be.