
PeyamaKurd – Parlamentoya Ewropa (PE) di rapora Tirkiyê de bal kişand ser berdewama fikarên li ser pirsa Kurd li Tirkiyeyê û banga ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê kir.
Di rapora 2022yan a ku doh 16ê Îlonê li PEyê hate pejirandin de, tê xwestin ku bi beşdariya hemû aliyên siyasî li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêvajoyeke nû were destpêkirin û fişara li ser Kurdan hatiye bibîrxistin.
Di civîna PE de hate destnîşan kirin ku hilbijartinên 2023yan bi awayekî dadwerane nehatine encamdan û xebatên opozîsyonê hatine astengkirin.
Herwiha tê bibîrxistin ku Tirkiye di endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de, di 180 welatan de di rêza 165an de cî digire û nebûna serbixweyîya darazê tê bibîrxistin.
Di raporê da doza girtina HDPê jî tê bibîrxistin û tê gotin, ger fişar û givaşa li ser opozîsyonê û siyasetmedarên Kurd dewam bike, dê aboriya Tirkiyeyê jî hîn xirabtir bibe.
Di raporê de tê gotin;
“Nîgeraniya zêde ya derbarê pirsa Kurd de dewam dike û ji bo pêşengiya çareseriyeke aştîyane bikin, banga lezgîn bo ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke siyasî bi beşdariya hemû aliyan dikin; bi taybet li başûrê Rojhilatê Tirkiyê astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî di perwerdehiyê de, tengtirkrina mafên çandî û fişara tund a li ser civaka Kurd alarma xirabûna rewşê dide.”