image

PeyamaKurd – Fermandarê Çeçenan û hem cîgirê serokê Çeçenan yê Qadirov gotinên ku got dinyayê xist nav endîşeyê. Fermandarê Çeçen got; eger Putin bihêle wê heya Belînê herin. Çeçenên li Çeçenistanê di şerê Rûsya û Ûkrayna de destekê didin Rûsyayê û niha qeweta wan tev li Ûkraynayê şer dike.

200 sale ku Çeçenistan li hemberê Rûsyayê şerê serxwebûnê dike û lîderên Çeçenan yên weka Cahar Dudayev, Aslan Mashadov û Şamil Basayev tev di têkoşîna serxwebûnê de bi plan hatin kuştin. Ramazan Qadirov jî weka bavê xwe terefdarê Rûsyayê û serokê Rûsyayê Putin Remezan Qadirov kiribû serokê Çeçenistanê.