image

PeyamaKurd – Serokê FBI û serokê  MI5 bi hevre daxwuyaniyekî hevpar dan û li hemberê tehdîdên Çînê hişyariyê dan dinyayê. Li gor ragihandina BBC yê; serokê FBI Christopher Wray weha got:

“Ji bo dema dirêj, Çîn ji bo ewlehiya me ya netewî û darayî tehdîda herî mezine. Eger Çîn Taywanê bi zorê bistîne, wê dinya şerekî herî dijwar bibîne. Çîn her dersa xwe ji şerê Ûkraynayê derxistiye. Çîn dorpêçên ser Rûsyayê yên ji aliyê Rojavayiyan de daniye ser bi baldarî dişopîne û li gor wî amadekariya xwe ya darayî jî kiriye.”

Serokê MI5 Ken McCallum ragihand ku di sê salên dawiyê de li hemberê Çînê xebata xwe du car zêdetir kirine û wê du qatên din jî zêde bikin.