image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di hevpeyvîneke ligel rojnameya El-Weten a girêdayî rêveberiya Şamê de got ku êdî dema wê hatiye Tirkiye ji nav axa Sûriyê derkeve.

Miqdad bêyî ku behsa derketina ji bajarên Rojavayê Kurdistanê yên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê bike ew daxuyanî daye û gotiye, "Divê derfet ji bo çareserkirinê hebe û piştî dagirkerî bi dawî bibe  ji nû ve têkiliyên xwezayî di navbera Sûriyê û dewleta Tirk de pêk bên."

Miqdad diyar kiriye: "Ez texmîn dikim ku gelê Tirkiyê baş dizane ku berjewendiyên wê yên dîrokî bi Sûriyê re ji lihevkirinên ku Erdogan bi rêxistinên terorîst re datîne ku ji bo armancên îdeolojîk in, girantir û buhatir in."

Hêjayî gotinê ye ku bejahiyên Idlib, Heleb û Laziqiyê jî di nav de, bajarên Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî niha di bin kontrola Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê de ne.