image

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Fînlandayê ambargoya çekan a ku dema êrîşa 2019an a Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê danîbû ser Tirkiyeyê rakir.

Wezareta Berevaniya Fînlandayê ragihandiye ku ambargoya hinardekirina alavên leşkerî yên bo Tirkiyeyê hatiye rakirin û lîsansa firotinê hatiye dayîn.

Fînlandayê ev biryar di çarçoveya pesendkirina endamtiya wan û Swêd bo NATOyê de rakiriye ku yek ji mercên Tirkiyeyê bû.

Welatê Swêd jî heman ambargoya çekan di meha Îlona borî de rakiribû.

Şêwirmendê Wezareta Berevaniya Fînlandayê Riikka Pitkanen, li ser mijarê ji AFPê re ragihandiye ku duh roja Sêşemê ji bo firotina zirxê pola bo kampaniyeke Tirkiyeyê destûr hatiye dayîn.