image

PeyamaKurd – Di navbera Iraq û Fransayê de, bi mebesta bihêzkirina pêwendiyan rêkeftina hevkariya stratejîk hat îmze kirin.

Li gorî nûçeya medya Fransî, piştî hevdîtina li Koşka Elysee ya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di navbera heyetên herdu welatan de, rêkeftina hevkariya stratejîk hat îmze kirin.

Hat ragihandin ku rêkeftina hevkariya stratejîk ji bo bihêzkirina têkiliyan û destpêkirina berfirehkirina pêwendiyên dualî hatiye îmzekirin.

Li gorî zanyariyan rêkeftina stratejîk bicihkirina projeyên di warên siyasî, ewlehî, leşkerî, îstixbarat, aborî, bazirganî, çandî, jîngeh û zanistî de, li xwe digire.