image

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya malpera înternetê ya bi navê “Şev, xweş e” di çarçoveya sexbêriya enerjiyê de dê li Swêd û Fransayê, lembeyên bi dehan kolanan bişev bên girtin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya malperê, dê ji 187an zêdetir şaredarî, lembeyên xwe yên kolanan vemirînin.

Hat zanîn ku di çarçoveya çalakiya “Şev xweş e” de ku îsal ya sêyemîn tê kirin de li Cenevê, gelek şaredariyên sînorî yên Fransa û Swêdê, îşev dê lembeyên xwe yên kolanan vemirînin.

Li gorî ragihandinê, hedefa vê çalakiyê; belavkirina hişmendiya li ser sexbêriya enerjiyê ye û dê ji Ceneva mezin, ji 50yî zêdetir şaredarî tevlî bibin.

Hat zanîn ku hejmara kes û dezgehên ku tevlî vê çalakiyê dibin, her ku diçe zêde dibe û di vê çarçoveyê de meşên şevê, xwarina şîvê ya li ber findan û çalakiyên bi vî rengî yên ku hejmara wan digihîje 100î hene.