image

PeyamaKurd – Di navbera Fransa û Îmaratê de, girêbesta firotina balafirên şer ên RAFALE yên Fransî hat îmzekirin. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana du rojî ya welatên Kendava Erebî de, girêbesta firotina balafirên RAFALE a herî mezin bi Îmaratê re îmze kir.

Li gorî girêbestê 80 balafirên şer ên RAFALE û 12 helîkopterên cûreya Cracal bi bihayê zêdetirî 19 milyar dolarên Amerîkî hatiye îmzekirin ku wê di 2024an de Fransa dest bi çêkirina balafiran bike û sala 2027an jî wan radestî Îmaratê bike.

Cara yekem e ku girêbesteke wiha mezin bo balafirên şer ligel Fransayê tê îmzekirin.

Macron li ser Twitterê gotiye: "Aramiya herêmî, şerê Îslama radîkal û balkêştirkirina Fransayê, sê karên serekî yên min in li Îmarat, Qeter û Siûdiyê."

Serokkomarê Fransayê daye zanîn: "Ev hevbeşiya me ya stratejîk ku ligel Îmaratê heye û em kar li serê dikin, ligel wê ajandaya ji bo navçeyê guncav e, ku ji aştî û aramiya navçeyê pêk tê. Me di vê çarçoveyê de girêbesteke leşkerî ligel Îmaratê îmze kir, bi rastî ev mezintirîn girêbesta leşkerî ye di dîroka Fransayê de."

Rêveberê Cîbicîkarê Kompaniya DASSAULT Eric Trappier piştî girêbestê ragihand: "Em zêde razî û dilxweş in bi vê girêbesta nû ya hatiye îmzekirin.  Balafirên cûreya F4 têne kirîn, lê heta sala 2024an em ê li ser pêşxistina wan kar zêdetir bikin. Ev cûre balafirên RAFALE yek ji bihêztirîn balarfir e di warê teknolojiyê de. Îmarat pêncemîn welat e ku girêbest îmze kiriye û welatên din jî di rê de ne."

Hêjayî gotinê ye ji xeynî Îmaratê, Qeter, Hindistan, Misir, Yûnan û Xirwatyayê jî girêbestên kirrîna balafirên RAFALE îmze kirine.